PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyê li Idlibê li derdora walîtiya bajêr herêma ku leşkerên Tirkiyê lê ne, hedef girtiye.
Rojnameya Lubnanî Al Masdarê îdda kir ku Artêşa Sûriyê li derdora walîtiya Idlib û Hamayê, kozik û çeperên leşkerên Tirkiyê hedef gitine.
Operasyona Artêşa Sûriyê ya li dijî opozîsyona li Idlibê dewam dike. Operasyon ber bi Han Şeyhûnê ve berfireh dibe.
Îddayeke wiha, di dema ku Rûsyayê cara pêşî Idlib hedef girtî de jî, hatibû kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin