Hêzên Tirkiyê ji gundekî Efrînê vedikişin

Hêzên Tirkiyê ji gundekî Efrînê vedikişin

PeyamaKurd - Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku artêşa Tirkiyeyê dest bi valakirina gundê Çiyê kiriye û ji gundiyan re agahî şandiye ku ew dikarin roja Sêşemê vegerin ser mal û milkên xwe.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ev zêdetirî 8 sal in ku ev gund bi tevahî veguherandibû baregeheke leşkerî ya asê û bi tu awayî destûr nedihat dayîn ku welatî nêzî herêmê bibin.

Hêjayî gotinê ye, ev gava Tirkiyê piştî bicihanîna proseya entegrasyonê ya di navbera Şamê û HSDê de pêk tê ku wê malbatên Kurd jî piştî salan ji koçberiyê rizgar bibin.