Alarma DAISê | Ji Brîtanyayê lesker, ji Amerîkayê jî îstixbarat çû herêmê

Alarma DAISê | Ji Brîtanyayê lesker, ji Amerîkayê jî îstixbarat çû herêmê

PeyamaKurd – Piştî êrîşên DAIŞê yên yekşema borî ku li welatê Srî Lankayê rû dan û nêzî 300 kesî can dan, hîn jî rewşa herêmê asayî nebûyê.

Amerîka û Brîtanya ji ber derketina metirsiya DAIŞê li Srî Lankayê ketin alarmê. Brîtanyayê hêzên taybet ên operasyonê şandin herêmê. Herwiha Amerîkayê jî yekîneyên îstixbaratê bo herêmê bi rê kirin û dest bi xebatên xwe kirin.

Hat ragihandin ku di operasyonên hevbeş de heta niha 120 kes bi tohmeta DAIŞê û êrîşan hatine binçavkirin.

Îstixbarata Amerîkayê lêkolînê li ser dike bê çawa DAIŞ gihîştiye heta Srî Lankayê û ev êrîş pêk aniye.

Li gorî daxuyaniyên dawî, di 9 teqînên cuda yên Srî Lankayê de 259 kesan can daye û 550 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Aboriyê yê Srî Lankayê Reşard Bedreddîn li ser van êrîşan got, “Ev ji bo me misilmanan şermeke mezin e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin