PeyamaKurd – Piştî alîgirên Tevgera Sedir, alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê jî, li ber Herêma Kesk dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li gor zanyariyan, alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê li ber Herêma Kesk kom bûn û li dijî çalakiya rûniştinê ya alîgirên Tevgera Sedir, Muqteda Sedr, bi hinceta “parastina destûr û nîzamê” xwepêşandanek li dar xistin. Piştî xwepêşandanê Çarçoveya Hevahengiyê daxuyanek belav kir û diyar kir, li Cadiriyeyê dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem û dorveger kirine.
Herwiha hat eşkerekirin ku Çarçoveya Hevahengiyê li Cadiriye ya Bexdayê çalakiya rûniştinê ya bêdem ragihand û ji partiyên Kurdistanî daxwaz kir ku li ser berbijêrê serokomariyê biryarê bidin.
Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Em bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi lez berbijêrê serokomariyê diyar bikin û berbijêrê fraksiyona herî mezin ji bo serokwezîrtiyê destnîşan bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin