Alimekî Îslamê fetwaya qedexekirina normalkirina têkiliyên bi Esed re derxist

Alimekî Îslamê fetwaya qedexekirina normalkirina têkiliyên bi Esed re derxist

PeyamaKurd – Alimekî Îslamê yê ji Moritanyayê bi navê Muhammed Hesen Dedu eş Şankitî, fetwayeke qedexekirina asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Beşar Esed a Sûriyê belav kir.

Eş-Şankitî, herwiha hişyarî da rêxistina Hemas a Filîstînê ku têkiliyên xwe bi rejîma Esed re asayî dike û got, divê lîderên filîstînî xwe li ber zaliman neçemînin.

Alimê Morîtanî bang li rayedarên Hemasê jî kir ku biryara xwe ya normalkirina pêwendiyên bi rejîma Sûriyê re li ber çavan derbas bikin û bal kişand ser ku rejîma Esed bi salan e êrîşê gelê xwe dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin