Aliyev dawet kir: Erdogan îro diçe Nexçevanê

Aliyev dawet kir: Erdogan îro diçe Nexçevanê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro ji bo serdaneke xebatê ya yek rojî diçe Nexçevanê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, di hevdîtinên Erdogan û Aliyev da dê têkiliyên dualî yên Tirkiye û Azerbaycanê bên ser maseyê.

Herwiha li ser mijarên rojane yên herêmî û cîhanî û bi taybetî jî geşedanên dawî yên li Qerebaxê dê nêrînên xwe bên parvekirin.

Herwiha beşdarbûna Erdogan û Aliyev a merasîma danîna bingehê Xeta Xaza Sirûştî ya Îdir-Naxçivanê û vekirina Kompleksa Leşkerî ya Nûjen a Nexçewanê jî di rojevê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin