Almanya desteka xwe ji bo hukumeta Lubnanê ragihand

Almanya desteka xwe ji bo hukumeta Lubnanê ragihand

PeyamaKurd – Serokkomarê Almanya Frank Walter Steinmeier piştî got ku êrîşên ser Îranê yên DYA-Îsraîlê xetayekî felaket e, ji Almanya daxwuyaniyekî dinê hat kirin.

Wezîrê karên derve yê Almanya Johann Wadephul got ku şerê li Rojhilata Navîn dibe, dibe sedema endîşê û Almanya bi li hemberê êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê destekê dide hukumeta Lubnanê.

Wezîrê karên derve yê Almanya Johann Wadephul, axaftina xwe li Berlinê di civîna hevpar ya bi wezîrê Koçê û Tûnisiyên li derveyê welat, bi Muhammed Ali Nafti re kir. Wadephul got ku bi wezîrê mêvan re li ser rewşa Rojhilata Navîn axifîne û weha dewam kir:

“Eger şer dewam bike, wê şer çavkaniya endîşeyan be. Hurmiz ne tenê enerjiya dinyayê lê neqliya gubrê û temamê xida dinyayê tehdîd dike.”

Wezîr her weha got ku hukumeta Lubnanê bi wêrekî hinek biryaran sitend û qebûl kir ku wê çekên Hîzbûllahê jê deyne û Hîzbullahê li Lubnanê wekî hêzekî çekdar qebûl neke. Ev hukumet dixwaze li Lubnanê erka dewletê bicîh bike, yekîtiya axa Lubnanê biparêze û dê Almanya destekê bide hukumetê.