PeyamaKurd – Almanya astengiya firotina çekan ya ji ser Îsraîlê rakir û erê kir bi miqdarê 800 milyon Avroyî çekan sewq bike Îsraîlê.
Li gor xebera kovara Der Spiegelê; wezareta darayî û enerjiyê ya Almanya li ser pirsa partiya muxalif ya çep ku ji hukumeta Almanya pirsî û di pirsa xwe de got ku piştî di 24.11.2025an de astengiya li ber îxracatê rabûye, di 6 mehên ewil de, bi miqdarê 800 milyon Avroyê lîsansê daye şîrketên hilberînerên çekan da amade bikin.
% 67ê bi miqdarê 735,8 Avroyî ku budeçeyê, di duyem çaryeka salê de hatiye erêkirin, aîdê projeya deryavaniyêye. Di vê çarçovê de şîrketa Alman ya ku keştiyann çêdike ya bi navê ThyssenKrupp Marine Systems (TKMS), keştiya noqavê ya xwediyê sîstema ji hewa de tehrîk dibe ya bi navê "INS Drakon" ji tersxana Kielê birê ketiye û ber bi Îsraîlê ve diçe.
Hat ragihandin ku proje di çarçoveya sedsala 21 em ya di berjewendiya stratejik ya artêşa Almanya de, bi ortaxî bi şîrketên Îsraîlê re meşiyaye. Miqdarê perê mayî jî ji bo çekên sivik, muhîmmat, teqemenî û dronane ku bi temamî dike 800 milyon Avro.
Almanya dema ku nikaribe raste rast çekan bifroşe welatekî jî, çekên xwe di ser welatên sêyem de difroşe an dişîne wî welatî.