PeyamaKurd-Ji Saziya Enerjiyê ya Bundesnetzagenturê ya Almanyayê hişyarî hat kirin da ku welatî di bikaranîna enerjiyê de bi sexbêr bin.
Serokê Saziya Pergalkirina Enerjiya Almanyayê ya Bundesnetzagenturê, Klaus Muller; li ser hegera ambargoya Rûsyayê ya enerjiyê hişyarî kir. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku enerjiya di destên wan de maye, encax têrî dawiya vê havînê bike. Muller bi taybetî hişyarî da welatiyên Almanyayê û got: ‘Bi rastî jî dê depo vala bibin. Jixwe bipirsin bê ka di hefteyê de 7 roj xweşûştin pêwîst e yan na?’
Ji ber şerê Rûsyayê yê li hember Ukraynayê, piştî dorpêçan Almanya jî wekî welatên din ên rojava, rastî buhayên berz ên gazê hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin