Altan Tan di lîsteya Partiya Seadetê (SP) wê bibe namzet!

Altan Tan di lîsteya Partiya Seadetê (SP) wê bibe namzet!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Wekîlê HDP yê Diyarbekirê Altan Tan wê sibe ji HDPê îstîfa bike û ji SPê bibe namzetê wekîltiyê.

Li gorî agahiyan Altan Tan wê li Stenbolê li herêma sêyemîn di rêza yekemîn a SPê de têkeve hilbijartinê. Altan Tan wê sibe ji HDPê îstîfa bike.

Berî niha jî Tan di derbarê namzetbûnê de axivîbû û gotibû ku ji ber ku HDP zêde ketiye bin bandora Çepgiriya Tirkan de, ew jî nikare êdî bi HDPê re bimeşe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin