PeyamaKurd – Nûnerda Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft, di civîna civata ewlekariyê ya NY de axivî û got, heta niha berpirsên kuştina sivîl û zarokan li Sûriyê; rejîma Şamê, Rûsya û Îran in.
Nûnera Amerîkayê li NY Craft, da zanîn ku li Sûriyê gelek zarok bi bombeyên bermîlan hatine kuştin û pêwîste her kes li gorî hiqûqa navdewletî tevbigere.
Craft got ku Amerîka ji bo sivîl û zarok ji êrîşên terorî bên parastin xebatan dike û di bin banê NY de jî saziya parastina sivîlan ji êrîş û şeran heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin