Hûsiyan êrîşî sivîl û zarokan kir: 5 kuştî, 17 birîndar

Hûsiyan êrîşî sivîl û zarokan kir: 5 kuştî, 17 birîndar

PeyamaKurd - Li parêzgeha Taîzê ya Yemenê, di êrîşa topan a ku ji aliyê Hûsiyan ve hat kirin de herî kêm 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Li Yemenê şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve piştgirîya wan tê kirin de metirsiya li ser jiyana sivîlan didome.

Televizyona Yemenê (Yemen TV) ragihand ku Hûsiyan taxên qerebalix ên li parêzgeha Taîzê dane ber guleyên topan.

Hate diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn ku şeş ji wan zarok in.