PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand ku di encama êrîşa bi moşekên balîstîk a Hûsiyên Yemenê ya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Xalid a nêzî Riyadê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 309 kes jî birîndar bûne.
Di nava yên ku jiyana xwe ji dest dane de 4 welatiyên Erebistana Siûdî, 2 Bangladeşî û welatiyên DYA, Misir, Urdun, Sûriye, Filistin û Sudanê hene.
Her wiha hate diyar kirin ku rewşa hin birîndaran giran e û tespîta zirarên madî yên li balafirgehê berdewam dike.