PeyamaKurd - Hûsîyên Yemenê ku Îran piştgriya wan dike ragihand ku wan di çarçoveya bersivdayîna êrîşên Erebistana Siûdî de, li nava xaka Siûdî li dijî herêmeke leşkerî êrîşek pêk anîne.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser Xê da xuyakirin ku wan herêma leşkerî ya li herêma Şerûreyê ya Siûdî armanc girtine.
Serî da xuyakirin ku di encama vê çalakiyê de depoyên çekan û odeyên fermandariyê yên ku ji bo birêvebirina êrîşên li ser gelê Yemenê dihatin bikaranîn hatine xistin.
Heya niha aliyê Siûdî derbarê vê daxuyaniyê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye.