CENTOM: Me li depoyên çekan ên Hûsiyan da

CENTOM: Me li depoyên çekan ên Hûsiyan da

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan komek êrîş li dijî Hûsiyan pêk aniye û keştiyên leşkerî û sivîl kirine hedef ku li avên navneteweyî ên Deryaya Sor û Kendava Adenê digeriyan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat destnîşankirin ku “Li Yemenê li dijî gelek depoyên çekan ên ku çekên konvansiyonel ên pêşketî yên Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, êrîşên esmanî yên rasterast hatin kirin”

Daxuyaniyê tekez kir ku armanca wan êrîşan kêmkirina şiyana Hûsiyan e li dijî êrîşên wan ên “bêhiş” û “neqanûnî” yên li dijî keştiyên li Deryaya Sor, Tengava Bab-El Mandeb, Kendava Adenê û herêmê ye  ku pêk dihat ji wan tesîsan ku mûşek, pêkhateyên çekan û cebilxaneyên din di wan de hebûn.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin