Rêber Ehmed: Em di Lijneya Bilind a Kontrolkirina Çekan de cî digrin

Rêber Ehmed: Em di Lijneya Bilind a Kontrolkirina Çekan de cî digrin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand, pêwendî û hevahengiya wan ligel hikûmeta federal a li ser dosyayên ewlehî û hewalgiriyê di asteke baş de ye.

Rêber Ehmed diyar kir: “Hevahengiya me ya hevbeş ligel Bexdayê dewam dike, bi taybetî piştî temambûna avakirina hikûmeta nû ya federal û dengdana li parlamentoya Iraqê ya ji bo wezîrên navxwe û berevaniyê.

Pêwendiyeke me ya pir baş bi sazî û dezgehên ewlehî û hewalgiriyê yên Iraqê re heye.”

Derbarê dosyaya yêkxistina çekan de, Wezîrê Navxwe da zanîn ku proseya kontrolkirin û yêkxistina çekan li Herêma Kurdistanê li gorî yasayeke taybet didome.

Herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di Lijneya Bilind a Kontrolkirina Çekan de li ser asta Iraqê jî bi awayekî çalak cih digire.

Di salên borî de hevahengiya leşkerî û ewlehî ya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê qonaxeke girîng derbas kiriye, bi taybetî ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Ji bo vê armancê, her du aliyan çendîn odeyên operasyonên hevbeş pêk anîne û du lîwayên hevbeş ji bo rûbirûbûna bermayiyên çeteyên DAIŞê damezrandine.

Ji aliyekî din ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala borî ve kempîneke berfireh ji bo tomarkirin û kontrolkirina çekên bêmolet daye destpêkirin.

Di vî warî de çendîn bingeh ji bo qeydkirina çekên welatiyan hatin vekirin. Ev gav wekî hewldanek ji bo kêmkirina tawanan û parastina aramiya civakê tê dîtin ku ligel hewldanên hikûmeta navendî ya Iraqê jî dimeşe.