PeyamaKurd - Bi zarê endamekî Lijneya Pisporan a Îranê (Meclis-i Hubregan) hate ragihandin ku piştî mirina Elî Xameney, piraniya endamên meclîsê li ser diyarkirina rêberê nû gihîştine encamekê. Li gorî daxuyaniyê, endamên meclîsê li ser hilbijartina Mujteba Xameney (kurê Elî Xameney) wekî Rêberê Bilind ê Olî yê nû bo Îranê li hev kirine.
Pêvajoya hilbijartinê
Piştî êrîşên 28ê Sibatê yên Îsraîlê Elî Xameney hatibû kuştin û kursiyê rêbertiyê vala mabû. Lijneya Pisporan ku ji 88 îmamên olî pêk tê, bi civîneke awarte kom bû. Hat diyarkirin ku di nav namzedan de navê herî li pêş Mujteba Xameney e. Endamê meclîsê destnîşan kir ku ji bo parastina îstîqrara welat û berdewamiya şoreşê, piraniya dengên meclîsê (zêdetirî 59 dengan) ber bi Mujteba Xameney ve çûne.
Hêjayî gotinê ye, piştî mirina Xamaney 4 carên din jî Lijneya Pisporan civiyabû lê biryar nehatibû dayîn.
Mujteba Xameney kî ye?
Mujteba Xameney, kurê duyem ê Elî Xameney ye û heta niha di bin siha bavê xwe de di biryarên stratejîk û ewlehiyê de xwedî bandoreke mezin bû. Her çend rexneyên li ser "rêbertiya mîrasî" (baba-kur) hebin jî, piştgiriya Sopaya Pasdaran (Pasdaran) şansê wî yê serkeftinê xurttir kiriye.
Encamên siyasî
Heke ev biryar bi fermî were ragihandin, dê bibe cara sêyem di dîroka Komara Îslamî de ku rêberekî bilind tê hilbijartin. Tê payîn ku di rojên pêş de daxuyaniyeke fermî ji aliyê hikûmeta Îranê ve were belavkirin û Mujteba Xameney wekî "Velî-yê Feqîh" ê nû dest bi kar bike.
Trump beriya niha dijatiya xwe ya Mujteda Xamaney nîşan dabû û gotibû, ew ê rêberê nû diyar bike.