Siûdî: Kesek di êrişa Hûsiyan a li ser Cîzanê de mir

Siûdî: Kesek di êrişa Hûsiyan a li ser Cîzanê de mir

PeyamaKurd - Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdîyê ragihand ku di encama êrişa Hûsîyên piştgiriya Îranê werdigirin a li ser rafîneya petrolê ya Cîzanê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê diyar kir ku piştî êrişê hin çalakiyên li tesîsê hatine rawestandin.

Li aliyê din, Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebistana Siûdîyê ku ji bo piştgiriya hikûmeta rewa ya Yemenê li dijî Hûsiyan şer dikin, lîwa Tûrkî El Malîkî ragihand ku êrişên li dijî pêgehên leşkerî yên Hûsiyan berdewam dikin.

Lîwa Tûrkî El Malîkî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

Koalîsyonê operasyoneke leşkerî ya taybet pêk anî ku şiyanên Hûsiyan dike armanc. Li parêzgehên Sena, Hudeyde û Saadayê 50 armancên leşkerî hatin jinavbirin.