Îranê cardin bi dronan êrîşî kampên sivîl ên PDKÎyê kir

Îranê cardin bi dronan êrîşî kampên sivîl ên PDKÎyê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îranê îro piştî nîvro bi dronan êrîşî Melbenda 3 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li nêzî gundê Dêgeleyê kir.

​Êrîşa nû ya Îranê di danê nîvroya Çarşemê de pêk hat ku di nava meha borî de ev kampa ku cihê jiyan û nîştecihbûna malbatên sivîl ên PDKîyê ye, zêdetirî 4 carên din rastî êrîşê hatibû.

Herwiha ev êrîş di demekê de ye ku doh Sêşemê jî kampa Azadî ya Hizba Dêmokrat li nêzî Koyê, kampa Sûrdaş li nêzî Silêmaniyê û herwiha çend navçeyên din li Xelîfan û Rawandizê li Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan hatibûn.

Pêla nû ya êrîşên Îranê bû sedema şehîdbûna Xezel Mewlan, pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan û birîndarbûna du pêşmergeyên din ên vê partiyê.

​Hevpeymaniya Hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ku îro belav bûye, tevî mehkûmkirina destdirêjiyên Komara Îslamî bo ser serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku rejîma Îranê divê bizanibe ku teror, tirsandin û dronbaran nikare îradeya neteweyekê bo bidestxistina mafên wê yên rewa sist bike û ev êrîş yekrêziya hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê bo dawîanîna zilm û dagirkeriyê bihêztir dike.

​Hêjayî gotinê ye ku Îranê ji destpêka şerê li gel Amerîka û Îsraîlê heta niha, bi zêdetirî 110 moşek û dronan kampên malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên dermanî û perwerdehiyê yên partiyê kirine armanc.