Îranê cardin bi moşekan êrîşî Îmaratê kir

Îranê cardin bi moşekan êrîşî Îmaratê kir

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku sîstema wan a parastina asmanî rûbirûyî êrîşeke moşekî ya ji aliyê Îranê ve bûye.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Bergiriyê ya Îmaratê, 4 moşekên seyrê hatine tespîtkirin ku ji aliyê Îranê ve ber bi axa wan ve hatine avêtin. Sîstemên parastinê karîne 3 ji van moşekan li ser avên herêmî yên welat bi serkeftî îmha bikin.

Hat diyarkirin ku moşeka çarem jî beriya bigihîje armanca xwe, li deryayê ketiye.

Rayedarên Îmaratê diyar kirin ku tu zirarên canî yan malî di encama vê êrîşê de çênebûne û hêzên wan ji bo parastina serweriya welat di amadebaşiyê de ne.