PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şeva borî paşmaweyên rejîma Îranê yên li Iraqê cardin bi drone û moşekan êrîşî ser kampên sivîl ên cihê niştecîbûna malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li nêzî bajarê Koyê kir.
Hate diyarkirin ku berê jî 2 dronên din avêtibûn wan kampan.
Ji destpêka şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê ve, zêdetirî 90 moşek û dron bi ser kompên sivîl ên niştecîbûna malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de hatine avêtin.
Hêjayî gotinê ye, şevê din li Hewlêr û Silêmaniyê jî êrîşên komên sivîl ên Îranê bi drone û moşekan hatibûn encamdan.