PeyamaKurd – Berdevkê hêzên Amerîkayê yên Afxanistanê Albay Sony Leggett ragihand ku hêzên Amerîkayê li Qandaharê êrîşên hewayî bo ser Talîbanê kiriye ku hêzên Talîbanê berya wê êrîşê hêzên hukumetê kiribûn. Berdevk ragihand ku ev êrîş li gor peymanê hatiye kirin.
Albay Leggett di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Hêzên Amerîkayê yên li Afxanistanê bi sedema di 10 ê mehê de Talîbanê, li navçeya Zariya bi ser Qandaharê ve êrîş bir ser hêzên hukumeta Afxanistanê, lewra me jî êrîşên hewayî bir ser Talîbanê. Ev êrîşa me bi peymana bi Talîbanê re liheve. Êrîş bo parastina AUSG yê ye. Gotinên Talîbanê ku dibêje sîvîl hatine kuştin şaşe.”
Gotina Talîbanê ku dibêje Amerîka peymanê îhlal kiriye, Amerîka red dike û Leggett dibêje ku li Helmanê û Farahê jî êrîş kirine ser Talîbanê û van êrîşan bi temamî bo parastina hêzên Afxanîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin