Amerîka bi biryara Brunson razî nebû

Amerîka bi biryara Brunson razî nebû

PeyamaKurd - Andrew Craîg Brunsonê keşeyê Amerîkayî yê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKê sîxurî û sûc kiriye girtî dihat darizandin ji ber "tenduristiya wî" derbasî hepsa malê kirin lê Amerîka bi vê yekê razî nebû.

Dageha Cezayê Giran ya 2yemîn ya Îzmirê di rûniştina 18ê Tîrmehê da biryar dabû Brunson girtî bê darizandin û Îsmaîl Cem Halavurtê parêzerê Brunson ji ber sedemên tenduristiyê îtirazî biryara dadgehê kir.

Dadgehê îtiraza parêzer nirxand bi şertê ji navnîşana xwe ya li Îzmirê dernekeve û qedexeya derketina dervayî welêt Andrew Craîg Brunsonê keşeyê Amerîkayî ji ber "tenduristiya wî" derbasî hepsa malê kirin.

Ji bo girtina Brunson Trump peyameke tund nivîsandibû û Tirk tehdîd kiribûn.

Li ser biryara Brunson Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyaniyek da û ragihand ku ew bi biryar hepsa malê "kêfxweş bûne" lêbelê "Dîsa jî têr nake" û diyar kir ku divê azad bimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin