Amerîka ji biryara Brunson qaîl nebû!

Amerîka ji biryara Brunson qaîl nebû!

PeyamaKurd- Di derheqê Keşe Brunson de li Tirkiyê biryara hepsa malê derket. Di derbarê biryarê de daxuyaniyek ji Amerîkayê hat. Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê ev biryar baş dît, lê belê hê jî têr nake.

Di derbarê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo axivî û wiha got: “Em ji biryarê memnûn in, lê belê ne bes e.”

Di 18ê Temûzê de ji bo Keşe Brunson biryar hatibû dayîn ku girtî bimîne. Lê belê parêzerê wî İsmail Cem Halavurt ji ber rewşa wî ya tendurûstî îtîraz li biryarê kiribû.

Piştî îtîrazê, dadgehê biryar da ku bi şert were texliyekirin. Êdî Brunson divê ji mala xwe dernekeve û neçe derveyî welêt jî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin