PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, derbarê têkiliyên di navbera Amerîka û Îranê de da xuyakirin ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şer de tu pêşveçûn nehatiye qeydkirin û got: "Sedema sereke ya vê yekê, encamên hilbijartinên li Amerîkayê ne ku her kes şaş kirine.
Ji bo ku rewş aram bibe û ji bo ku navbeynkar karibin serdanên xwe bidomînin, pêwîst e hinek dem derbas bibe."
Eraqçî, destnîşan kir ku divê li benda guherîna helwesta rêveberiya Washingtonê bin û got, "Hilbijêrên amerîkî biryara xwe dan.
Niha dora hilbijartinê ya Qesra Spî ye. Pêşniyara me ya du rojan li ser maseyê ye. Mercên me qebûl bikin û encamên wê bibînin, an jî şer hilbijêrin û bibînin ku şervanên me çawa agir li ser we dibarînin."
Di nûçeyê de her wiha hat destnîşankirin ku di navbera Îran û navbeynkarên Qeterî de li ser daxistina dema vekirina Tengava Hurmizê bo du rojan li hev hatiye kirin, lê Îranê ji bo normalîzekirina deryayî 7 merc pêşkêşî Amerîkayê kirine ku rakirina cezayan û serbestberdana mal û milkên cemidî jî di nav de ne.