PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, ragihand ku plansaziya nûnertiya welat a di rojeva Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de rûbirûyê guhertineke girîng bûye.
Beqayî eşkere kir ku egera beşdarbûna Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di rûniştina Civata Ewlekariyê ya li New Yorkê de bi temamî ji holê rabûye.
Hate diyarkirin ku ji ber pirsgirêk û astengiyên ku ji aliyê Washingtonê ve di pêvajoya dayîna vîzeya Amerîkayê de hatine derxistin, ev serdana dîplomatîk hatiye betalkirin û Eraqçî naçe Amerîkayê.
Ev krîza nû ya vîzeyê di demeke danûstandinên ji bo rêkeftinê berdewam dikin de, wekî nîşaneya berdewamiya alozî û xitandina dîplomatîk a di navbera her du welatan de hate nirxandin.