Xalid Ezîzî: Amerîkayê tu çek nedane Kurdan

Xalid Ezîzî: Amerîkayê tu çek nedane Kurdan

PeyamaKurd - Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Xalid Ezîzî, di hevpeyvîna ligel kanala Iran Internationalê de, îdiayên dubare yên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şandina çekan bi tundî red kirin.

Ezîzî ragihand ku ev gotegot tu bingeh û rastiya wan nîn e û tekez kir ku xebata wan a li dijî Komara Îslamî qet girêdayî peywendiyên Amerîka an Îsraîlê yên ligel Tehranê nebûye.

Ezîzî bal kişand ser polîtîkayên Qesra Spî û destnîşan kir ku dibe ku tîma Trump ji ber gihîştina bi binbestê di plana karên xwe yên herêmî de, dixwazin bi van tohmetan Kurdan di nebûna geşebûna xebata li nava Îranê de bikin berpirsiyar daku bala raya giştî beralî bikin.

Xalid Ezîzî ronahî xiste ser egerên îmzekirina her cûre peymanekê di navbera Amerîka û Îranê de û tekez kir ku ev cûre lihevkirinên derve nikarin dawî li daxwazên mafdar ên xelkê bînin.

Ezîzî destnîşan kir ku berevajî fikra giştî, bidawîhatina vê rewşa aloziyan û şerê derve, wisa dike ku kêşeyên navxweyî yên Îranê û xebata gelên azadîxwaz bêtir werin pê.

Wî got ku dibe ku Komara Îslamî di avêtina moşekan de hêzê nîşan bide, lê di beramberî daxwaziyên civakê de pir lawaz e.

Berdevkê PDKÎyê di dawiyê de bal kişand ser Şoreşa Jîna û sînorên berxwedana 48 salên borî û selmand ku rejîma Tehranê êdî nikare rewşê vegerîne wekî berê û xebata rewa ya Kurdan dê heta sernixûniya yekcarî ya vê desthilatê bi biryardarî berdewam bike.