Eraqçî gotinên Trump red kir: Ti pêşveçûn nîne

Eraqçî gotinên Trump red kir: Ti pêşveçûn nîne

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku digot danûstandin "gelekî baş" dimeşin û dibe ku hefteya pêş peymanek bê îmzekirin, axivî.

Eraqçî ji medyaya Îranê re hem piştrast kir ku kanalên pêwendiyê yên bi Amerîkayê re vekirî ne hem jî gotinên Trump red kirin.

Berpirsê Îranê da zanîn ku ew li ser çawaniya vê pêvajoyê bi Trump re ne di heman nêrînê de ye û destnîşan kir, tu pêşveçûneke şênber û berbiçav di navbera her du aliyan de çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, ev nakokiya kûr ya navbera aliyan nîşan dide ku xeta dîplomasiyê ya navbera Washington û Tehranê hîn jî di rewşeke aloz de ye.