Trump: Pêwîstiya me bi peymaneke bi Îranê re nîne

Trump: Pêwîstiya me bi peymaneke bi Îranê re nîne

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand ku wî talimat daye Cîgirê Serok James David Vance ku balê bikişîne ser gendelî û sûcên li bajar û eyaletên di bin rêveberiya Demokratan de.

Trump têkildarî polîtîkaya derve jî diyar kir ku êdî pêwîstiya wan bi ti peymaneke bi Îranê re nîne û got: "Ew roj êdî derbas bûn."

Di daxuyaniyê de, Trump îdia kir ku li eyaletên mîna Minnesota, California û Illinoisê her meh bi milyaran dolar tên dizîn û rêveberiya Demokratan bi gendeliyê tohmet bar kir.

Derbarê Îranê de jî Trump destnîşan kir ku wan gelek darbe li aboriya Îranê xistine û got: "Me pereyên wan, bi sed milyaran dolar û her wiha Tengav jî xist destê xwe."

Ev daxuyaniya Trump di demekê de tê ku çapemeniya Amerîkayê nûçeyên derbarê hewldanên Cîgirê Serok Vance ên ji bo danustandineke rasterast bi rayedarên Îranê re weşandibû.