PeyamaKurd - Êrîşên li ser keştiyên barhilgir ên li Tengava Hurmuzê berdewam dikin. Pargîdaniya ewlehiya deryayî ya Brîtanî Ambrey ragihand ku keştiyeke barhilgir a ku ji Tengava Hurmuzê derketibû, li nêzî bajarê Ras El-Xeyme yê Mirîşên Erebî yên Yekbûyî (İmarat) bi 14 mîlên deryayî yên bakurê rojava ve rastî êrîşê hat.
Li gorî daxuyaniya Ambreyê, keştiyê ji aliyê paş ve (ji aliyê kûçikê ve) derbe xwariye û di jûreya makîneyê de agir derketiye.
Hate diyarkirin ku di bûyerê de ti kes birîndar nebûye û qirêjbûna jîngehê jî çênebûye.