PeyamaKurd - Hate ragihandin ku komeke çekdar êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî gundê Um Qesîr ê Hesekê kir.
Li gorî zanyariyan, li Hesekê çend kesên li motorsîklêtan siwar bûyî, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî gundê Um Qesîr kir.
Gundê Um Qesîr li ser rêya Til Temir e û girêdayî Hesekê ye û 5 km ji bajêr dûr e. Derbarê ziyanên êrîşê de ti agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.