PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqandina erebeyeke bombebarkirî de, 3 şervanên YPGê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îro çarşemê li ser benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê barhilgireke bombebarkirî hatiye teqandin û di encama teqînê de 3 şervanên YPGê birîndar bûn.
Cihê ku teqîn lê çêbûye, nêzîkî baregeha Asayişa Giştî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ye.
Hat ragihandin ku hersê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin