PeyamaKurd - Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washingtonê, li ser bendeke kontrolê ya li nêzî Koşka Spî êrîşeke çekdarî rû da.
Hate ragihandin ku bûyer li xala ewlekariyê ya li navbera Kolana 17an û kolana Pennsylvaniayê rû daye.
Li gorî zanyariyên ku rayedarekî ewlekariyê ji ajansa "Reuters" re parve kirine, kesekî çekdar nêzî benda kontrolê bûye û rasterast gule berdaye karmendên li herêmê.
Ajanên Servîsa Veşartî yên DYAyê yên ku berpirsên parastina herêmê ne, yekser bersiv dane û gumanbar bi fîşekan "bêbandor" kirine.
Di daxuyaniya fermî ya Servîsa Veşartî de hat ragihandin ku êrîşkar bi giranî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya George Washington, lê tevî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hat diyarkirin ku di vê rûdanê de tiştek bi karmendên ewlekariyê nehatiye.