PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Erebistana Siûdî (GACA) ragihand ku di êrişa dawî ya Hûsiyan a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Kral Halid a nêzî Riyadê de kesekî bi eslê xwe Pakistanî jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê de zirara madî jî gihîştiye balafirgehê û xebatên tespîtkirina zirarê berdewam dikin.
Êriş li ser termînala rêwiyan a hejmar 4 hatiye kirin û di encamê de agir pê ketiye.
Ev êrişa nû rasterast piştî êrişa bi fûzeyên balîstîk a roja berê hat ku bibû sedema kuştina 13 kesan û birîndarbûna 309 kesên din.
Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin li herêmê armancgirtina balafirgehên Erebistana Siûdî berdewam dikin.