Di êrişa Hûsiyan li Balafirgeha Riyadê balafirek şewitî

Di êrişa Hûsiyan li Balafirgeha Riyadê balafirek şewitî

PeyamaKurd - Hûsiyên ku li Yemenê ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Qiral Xalid a li paytexta Suûdiya Erebistanê Riyadê kirin.

Di encama êrişê de balafireke ku li qadê parkkirî bû û vala bû, şewitî û bi temamî ji kar ket.

Hat ragihandin ku balafir aîdî pargîdaniya hewayî ya dewletê Saudia Airlines bûye.

Li gorî daneyên pargîdaniya analîza hewayî Cirium, duh nîvê seferên ji Balafirgeha Qiral Xalid hatine betalkirin û ji bo îro hamî betalkirina 31 seferên din tê payîn.

Her wiha pargîdaniyên Lufthansa û Air India jî ragihandin ku wan seferên xwe yên bo Riyadê dane rawestandin.

Desteya Giştî ya Balafiriya Sivîl a Suûdiyê berê ragihandibû ku di êrişên li ser balafirgehên Qiral Xalid û Ebhayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 36 kes jî birîndar bûne.