Hûsiyan êrîşî balafirgeha navneteweyî ya Riyadê ki

Hûsiyan êrîşî balafirgeha navneteweyî ya Riyadê ki

PeyamaKurd - Koma Ensar Allah (Hûsî) daxwuyanî dan wan bi mûşekeke balîstîk li balafirgeha El Melek Xalid a navneteweyî ya li paytexta Erebistan Siûdiyê El Riyad xistine.

Siûdiyê jî berî ku Hûsî daxuyanî bide raghandibû ku êrîş li ser balafirgehê çêbûye û di encamê de kesek hatiye kuştin.

Hêzên hikûmeta navendî ya Yemenê jî raghand ku wan di çarçevê operasyona `Fecir El Yemen` de eniya Kehbûb a li ser tengava Bab El Mendeb ketiye bin serweriya wan de.

Kehbûb bi parêzgeha Lehec ve girêdayî ye û dikeve başûrê Yemenê. Di aliyê leşkerî û aborî de stratejîke, ew serweriyê li ser hemû rêyên diçin tengava Bab El Mendeb û perava rojava dike.