PeyamaKurd - Ji nîvê Gulanê ve, piştî agirbesta bi Îranê re, zêdetirî 750 geşt li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatine kirin.
Rêvebirê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026an) ji K24 re got, "Ji dema normalîzebûna geştên li Herêma Kurdistanê piştî şerê bi Îranê re, 758 geşt hatine kirin."
Hoşyar zêde kir, "Geştên hewayî di navbera Hewlêrê û gelek welat û bajaran de, di nav de Qeter, Stenbol, Enqere, Dubay, Şarca, Lubnan, Sûriye, Emman, Îran, Almanya û Misir, vegeriyane rewşa normal; geştên navxweyî yên ber bi balafirgehên Bexda û Besrayê ve wekî normal berdewam dikin."
Hoşyar destnîşan kir ku hin şîrketên hewayî, wekî Eurowings, Austrian Airlines û Greek Airlines, hîn geştên hewayî ji nû ve dest pê nekirine û got, "Me hîn dîrokek diyarkirî an agahdariya nû di derbarê ji nû ve destpêkirina geştan ji hêla van şîrketan ve negirtiye."
Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê di 8ê Nîsanê de ji K24ê re ragihand ku piştî biryara vekirina qada hewayî ya Iraqê ji bo geştan, hemû balafirgehên Iraqê ji nû ve dest bi kar kirine.
Herwiha Hoşyar diyar kir ku geştên hewayî wê di demek nêzîk de di bin çavdêriya Desteya Hewayî ya Sivîl a Iraqê de ji nû ve dest pê bikin.