Amerîka bi Qasim Silêmanî re li Abdul Riza Sahlayî jî xist

Amerîka bi Qasim Silêmanî re li Abdul Riza Sahlayî jî xist

PeyamaKurd- Televîzyona CNNê ragihand dema ku Amerîka li Qasim Silêmanî xist, pê re li Yemenê xwest ku fermandarê Hêzên Qudsê yê bi navê Abdul Riza Şahlayî ku li Yemenê bû, bikuje lê biserneket. Rêvebirên Pentagonê gotin:

“Me raporên operasyona li Yemenê dît ku di 2 yê mehê de li Yemenê hatibû kirin. Yemen bo dijminê Amerîkayê dereka bi ewleye. Lê em nabêjin ku ew operasyon bo kî hatibû kirin.”

Operasyon cara ewilî ji aliyê rojnameya Washington Post de hatibû belavkirin. Hedefa operasyonê fermandarê Hêzên Qudsê yê Yemenê Abdul Riza Şahlayî bû ku di lîste ya Amerîka de bo serê wî 15 mîlyon dolar pere hatiye daynîn. Navê wî di nav wan navên kesan de ye ku herî zêde lê digerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin