PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford ragihand ku ew dê di perwerdekirina hêzên Kurdên Sûriyê de berdewam bin û got, “Hîn gefa DAIŞê berdewam e.”
Dunford di axaftina xwe ya li Komîteya Meclîsa Nûneran a Hêzên Çekdarên Amerîkayê de got, “Bi taybetî armanca me ya serekî berdewama tevgera leşkerî li Sûriyê ye. Ev berdewamiya ku ji bo pêkanîna bicihkirina erka xwe ye, şirîkatiya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re vedihewîne nav xwe.”
‘Dê alîkarî û perwerdeya Kurdan bidome’
Joseph Dunford diyar kir ku ew hewil didin berjewendiyên Tirkiyê yên ewlekariyê li ser sînorê Sûriyê jî misoger bikin û wiha domand: “Tevî biryara Trump a berdewama erka hêza mayî ya li Sûriyê niha plana me ya katedemî ew e ku digel perwerdekirin û berdewama alîkariya hevpeymanên Kurd çarçoveyek li dijî gefên ser wan û êrîşan were pêkanîn.”
Dunford, herwiha bal kişand ser ku tevî paqijkirina DAIŞê ji ser erda Sûriyê jî hîn karîna hewlên terorîstan li qada cîhanî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin