PeyamaKurd – Li Amerîkayê, di encama alozî û êrîşa ser Kongrêsê de, 4 kesan can dan û 14 polîs jî birîdar bûn.
Li gor Serokê Polîsê Washinton Robert Contee di konferanseke rojnamevanî diyar kir, 52 kes ji ber êrîşa alîgirên Donald Trump bo ser Kongrêsa Amerîkayê hatine girtin.
Robert Contee da zanîn, di encama aloziyan de 4 kesan can dane û herwiha 14 polîs jî birîndar bûne.
Berî niha Polîsê Washington DC kuştina jinekê ya bi guleyên polîsan ragihandibû û gotibûn lêkolîn li ser kuştina wê berdewam e.
Herwiha li Washington DC heta 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Rûniştina Kongrêsa Amerîkayê li Washingtonê, ji ber alîgirên Donald Trump ketibûn hundir navber dabû, dîsa civiya.
Bi hezaran xwepêşander piştî mitînga li ber Koşka Spî ketibûn Kongrêsa Amerîkayê. Di navbera wan û polîsan de pevçûn çêbûbû, hinek ji wan ketibûn Senatoyê. Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û endamên Kongrêsa Amerîkayê ji ber vê ji avahî hatibûn derxistin.
Piştî banga Trump, alîgirên wî belav bûbûn. Lê di bûyerê de 4 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin