PeyamaKurd – Wezîrê bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Hegseth di daxwuyaniya xwe ya di derbarê Kubayê de got ku ji bo Kubayê bijarteyên li ser masê hene, di nava wan de mudaxeleya leşkerî jî heye.
Wezîr Hegseth her weha li ser hevkariyên welatên parzemîna Amerîkayê yên hevkariya ewlehiyê û têkoşîna li dijî maddeyên hişbir raveyan kir. Hegseth li Panamayê tevlî civîna Koalîsyona li Dijî Kartelan ya Amerîkayê (A3C) bû.
Hegseth, li wê derê temaşa perwerda leşkerî jî kir. Piştî temaşê Hegseth li ser ewlehiya herêmê, kartelên maddeyên hişbir û Kubayê bi rojnamevanan re axifî.
Hegseth ragihand ku li herêmê, bi welatên weka Panama û Ekvadorê re, ji bo têkoşîna bi kartelên maddeyên hişber re dixebitin got ku Kolombiya wekî endamên 19em tevlî A3Cyê bû ye. Her weha Kolombiya xwestiye bibe malxweyê navenda koalîsyonê.
Hegseth, li ser xebatên Çîn, Îran û Rûsyayê yên li Amerîka Başûr jî got ku ew li ser esasê mijandinê xebata xwe dewam dikin.