PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê dorpêçê danî ser 49 dezgeyên hukmî ku di nava wan de Weqfa Mustazafan ya Şoreşa Îranê ya ku di bin erka serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney de ye. Ji bilî wan, wezîrê îstîxbaratê û ewlekariyê yê Îranê Mehmûd Alawî û bi temamî 9 kes navên wan di nava lîsteya dorpêçan de ne.
Wezareta Xezînê ya Amerîkayê got ku wan tora serokê ayînî Hemaney û tora Alawî kirine hedefa xwe. Di beyana wezareta Amerîkayê ya Xezînê de behsa Weqfa Mustazafan têkirin ku di sektora fînans, enerjî, înşaat û karê madenê de rola wê ya di aboriya Îranê de gelek heye û girêdayê Hemaney e.
Amerîka dibêje her çendîn Weqf weka rêxistina xêrê xuya dike û goya bo feqîran xêrê dike, Hamaney weqfê bo dewlemendkirina maqamê xwe, hevkarên xwe pê xelat dike û li dijminê rejîmê zilmê dike. Di nava dorpêçên ser Îranê de keştiyeka kargoyê jî heye.
Di wexta xwepêşandanên sala 2019 an de weqf roleka navendî di îhlalên mafên mirovan de leyîstiye. Wezîrê Amerîkayê yê xezînê Steven Mnuchin, di derbarê mijarê de gotinekî weha dibêje:
“ Serokê Îranê di bin navê xêrê de xelatan dide hevkarên xwe û di kar de Bonyad Mostazafan ê bikartîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin