PeyamaKurd – Berdevka Herêmê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Hala Gharit helwesta Amerîkayê ya derbarê mafên neteweyî yên Kurdan li Sûriyê nirxand.
Gharit, helwesta Amerîkayê ya derbarê mafên netewî yên Kurdên Sûriyê de wiha got: “Hê jî heman siyaseta me heye. Em ê piştgiriya hemû hevkarên xwe yên li herêmê bidomînin.”
Hala Xerît diyar kir, "Sûriye heq nake ku vegere Komkara Ereban" û got, "helwesta Amerîkayê ya ku bi Sûriyeyê re normalîzebûnê red dike" eşkere ye û di vê mijarê de ti guhertin çênebûye.
Berdevk Gharit destnîşan kir, gelê Sûriyê bi gelek pirsgirêkên aborî û siyasî re rû bi rû ye û got ku rewşa Sûriyê di warê mafên mirovan de jî pirsgirêk e.
Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Hala Xerît diyar kir, vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî ji bo pirsgirêkên heyî çareser nabe û got, "Em ê weke gelek caran di dosyaya Sûriyê de bi hemû welatên Erebî re hevkariyê bikin."
Hela Xerît da zanîn: "Armancên me yên hevbeş bi hevkarên xwe yên Ereb re hene di dîtina çareseriyeke siyasî ji kêşeya Sûriyê re û vegerandina bi ewle ya penaberan bo Sûriyê," û amaje kir ku ew di awayê gihîştina van armancan de cuda ne.
"Ev rejîm ew e ku çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar tîne"
Xerît bal kişand ser wê yekê ku ti guhertin di helwestên wan ên berê yên li hember rêveberiya Beşar Esed de çênebûye û got, “Ev rejîm rejîmek e ku çekên kîmawî li dijî gelê xwe bikar tîne; ev rêjîm ew e ku alîkariyên mirovî yên ku ji xelkê wê re tên şandin dizîne. Lewma di polîtîkayên me de ti guhertin çênebû."
Hala Xerît da zanîn, vegerandina Sûriyeyê ji bo Yekîtiya Ereban bandorê li hebûna Amerîkayê ya li Rojava nake û got, “Armanca hêzên Amerîkayê ya li Sûriyeyê tenê DAIŞ e û em ê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bidomînin. Wî got: "Hevpeymanên me yên Ereb heman armanc hene ku rê nedin DAIŞ vegere Sûriyê."
"Di polîtîkayên me yên piştgirîkirina DSGyê de tu guhertin tune"
Hela Xerît bal kişand ser wê yekê ku ti guhertin di siyasetên wan ên ji bo piştgirîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de çênebûye û got:
“Di vê mijarê de ti guhertin çênebûye û heta ku DAIŞ li welat hebûna xwe bidomîne em ê vê siyasetê bidomînin. Ji bo van armancan jî em li Sûriyeyê li gel HSDê ne, di vê mijarê de ti guhertin çênebûye.”
Hela Xerît bersiva pirsa, “Amerîka çawa li mafên netewî yên Kurdên Sûriyê ku daxwaza xwerêveberiya li herêma xwe dikin?” da û got:
“Siyaseta Amerîkayê nayê guhertin û em hîn jî heman siyasetê dikin. Em ê piştgiriya hemû hevkarên xwe yên li herêmê bidomînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin