PeyamaKurd - Serkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê (ADF2026) de bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdîtinek pêk anî. Erdogan, li ser peymana 29ê Çileyê ya navbera Şam û HSDê diyar kir, bi awayekî aram dawîbûna proseya entegrasyonê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê), dê bibe berjewendiya hemû herêmê.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, di civînê de peywendiyên dualî, rewşa dawî ya Sûriyeyê û mijarên herêmî hatin nirxandin. Erdogan diyar kir ku Sûriye di warê parastina yekîtî, jinûveavakirin û geşepêdanê de gavên bi biryar diavêje û destnîşan kir ku Tirkiye dê di vê pêvajoyê de her dem li kêleka Sûriyeyê be.
Erdogan di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya dûrketina Sûriyeyê ji şer û pevçûnên herêmî û destnîşan kir ku xurtkirina hevkariyên di warên parastin, ewlehî, bazirganî û enerjiyê de ji bo vejîna Sûriyeyê krîtîk e.
Herwiha, Serokomarê Tirkiyeyê anî ziman ku bi dawîbûna proseya entegrasyonê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî aram, dê bibe berjewendiya hemû herêmê.