Entegrasyona Asayîşa Rojava bo Şamê dest pê kir

Entegrasyona Asayîşa Rojava bo Şamê dest pê kir

PeyamaKurd - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) ragihand ku pêvajoya entegrasyon û tevlîbûna fermî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bo nav Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê dest pê kiriye.

Di gava yekem a vê peymanê de, 100 efserên Asayîşê dê bi heman pileyên xwe yên leşkerî tevlî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên hikûmeta Şamê bibin.

Di heman demê de, nêzîkî 500 endamên Asayîşê yên Efrînê ku vê dawiyê vegeriyane ser xaka xwe, wekî pêngaveke xurtkirina aramiyê dê tevlî Hêzên Ewlehiya Giştî yên li Efrînê bibin.

Nexşerêya vegera koçberan

Siyamend Efrîn destnîşan kir ku nexşerêyeke mîna ya Efrînê dê li Serê Kaniyê jî were pêkanîn. Di vê çarçoveyê de komîteyên rakirina mayînan tên avakirin, lîsteyên malbatên ku dixwazin vegerin tên amadekirin û rewşa malên wan tê şopandin.

Efrîn da zanîn ku ew dê ji bo vegerandina Kurdên Reqayê yên li Kobaniyê koçber in ligel Parêzgarê Reqayê bicive, herwiha mizgînî da ku Stasyona Avê ya Elokê ya ku ji sala 2019an ve ji kar ketibû û Hesekê bê av hiştibû, dê ji 1ê Tîrmehê ve bi awayekî qismî dest bi berdana avê bike