PeyamaKurd - Berdevkê tîma serokatiyê ya Sûriyeyê Ehmed el-Hîlalî, derbarê pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de agahiyên nû parve kirin.
Hîlalî piştrast kir ku fermandara HSDyê Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo), wekî cîgirê fermandarê Firqeya 60emîn a artêşê dest bi kar kiriye.
Sê tûgayên HSDyê tev li artêşê dibin
Ehmed el-Hîlalî ji ajansa Şerq el-Ewset re eşkere kir ku sê tûgayên ku ji şervanên berê yên HSDyê yên li Hesekê pêk tên, dê bi Firqeya 60emîn ve werin girêdan. Ev firqe bi giranî li parêzgehên Heleb û Hesekê çalak e. Tayînkirina Çiya Kobanê yê ku fermandarekî nêzîkî hêzên Amerîkî bû û li Reqa û Dêrezorê operasyonên mezin bi rê ve biribûn, wekî gaveke stratejîk a peymana 29ê Çileyê tê dîtin.
Ji bo şervanên jin: Polîstî li şûna leşkeriyê
Yek ji mijarên herî nîqaşbar, paşeroja Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ye. Hîlalî bi zelalî diyar kir ku di nav Artêşa Sûriyeyê de tu plan ji bo avakirina “yekîneyên taybet ên jinan” tune ne. Hat destnîşankirin ku hejmara şervanên jin ji 20 hezarî daketiye bin 7 hezarî. Karbidestê Sûrî got ku ev jin dikarin bi awayekî takekesî di nav Wezareta Karên Hundir de wekî polîs di beşên lêpirsîn û girtîgehan de bixebitin, lê dê tevlîbûna wan ne kolektîf be.
“Asayîş” û “Rêvebiriya Xweser” dihelin
Hîlalî tekez kir ku bi temamkirina vê pêvajoyê re, dê avahiyên wekî “Asayîş” û “Rêveberiya Xweser” ji holê werin rakirin û hemû hêz di bin banê dewletê de bibin yek. Wî her wiha rawestandina girtinên siyasî ji aliyê Mezlûm Ebdî ve wekî “nîşaneyeke erênî” ya ji bo serkeftina peymanê nirxand.
Aloziya Alayê di Newrozê de
Derbarê pîrozbahiyên Newrozê de, Hîlalî bal kişand ser daxistina alaya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li herêmên Efrîn û Kobanê. Karbidestê Sûrî ev yek wekî “hewldana ji bo derxistina tevliheviyê” bi nav kir û ragihand ku kesên beşdarî vê kiryarê bûne hatine binçavkirin. Aliyên siyasî yên Kurd jî ev rûdan wekî “kiryareke takekesî” şermezar kirin da ku rageşî zêde nebe.
Ev geşedan nîşan didin ku tevî entegrasyona leşkerî bi pêş dikeve, hîna li ser hinek xalên îdeolojîk û rêxistinî nakokiyên kûr di navbera Qamişlo û Şamê de berdewam dikin.