Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Johnny Michael got ku Amerîka ji Încîrlîkê venakişe.
Michael wiha berdewam kir: “Tirkiye hevkarê NATOyê ye û wê wiha dewam bike. Baregeha Încîrlîkê jî ji bo koalîsyonê pir girîng e.
Johnny Michael di derbarê barkirina depoya sîlehan ya li Încîrlîkê de, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Johnny Michael wiha got: Tirkiye hevkarê NATOyê ye û Baregeha Încîrlîkê jî ji bo koalîsyonê pir girîng e wê wiha dewam bike. Li ser malperên înternetê hinek nûçe derdikevin û dibêjin leşkerên Natoyê baregehên xwe terk kirine. Lê ev nûçe, ne rast in. Nûçeyên wiha dixwazin ku îxtîlafê bixin nava me û hevkarên me de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin