PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Amerîka ji ber zêdebûna şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) li Sudanê de ku bûye sedema mirina sivîlan, nîgeran e.
Matthew Miller, li ser êrîşên ku li paytext Xartumê û başûrê Darfur û Kordofanê yên Sudanê diqewimin û bûne sedema mirina sivîlan de daxuyaniyeke nivîskî da.
Berdevk Miller, bi taybetî êrîşa asîmanî ya ku di 10ê Îlonê de li başûrê paytext Xartumê kir hedef û bû sedema mirina herî kêm 43 kesan û êrîşa li Nyala ya di dawiya meha tebaxê de bû sedema mirina herî kêm 27 kesan.
Miller li ser vê yeke got: "Herdu alî bi tundî û tundûtûjiyeke bê rawest in ku li Sudanê dibe sedema mirin û wêraniyê. Wekî me berê jî gotibû, divê herdu alî erkên xwe yên li gorî mafên mirovan ên navneteweyî, di nav de yên têkildarî parastina sivîlan pêk bînin."
Miller tekez kir ku tevî daxuyaniya Cideyê ku tê de pêwîstiyên mirovî û hêsankirina xebatên alîkariyê diyar dike jî aliyan berpirsyariya xwe ya li hember parastina sivîlan bi cih nehanîne û got,
"Divê aliyên şer, dawî li vê pevçûna hovane bînin. Gelê Sudanê azadî, aştî û edaletê heq dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin