PeyamaKurd – Îstîxbaratên Amerîkayê ragihandin ku êrîşa li Îranê ya Kirmanê ji aliyê İŞİDê de ji aliyê şaxa wan ya Afganistanê (Xorasan) de hatiye kirin û di destê wan de agahiyên gelek zelal hene.
İŞİD-H dibêje ji bo xîlafet li Afganistan, Pakistan û welatên Asya Navîn de belav bibe têdikoşe û Şîayan weka murted dibîne.
Çavkaniyekî îstîxbarata Amerîkayê ji bo ajansa Reutersê gotiye ku îstîxbarata wan tesbît kiriye ku êrîş ji terefê İŞİDa Afganistanê de hatiye kirin. Agahiya wan zelale û nayê niqaşkirin.
Çavkaniya îstîxbarata dinê dibêje ku li tora danûsitendina İŞİDê guhdarî kirine û agahiyan bi dest xistine lê behsa hûrahiya mijarê nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin