PeyamaKurd – Amerîka di nav 2 rojan de êrîşê ser 170 hedefên leşkerî yên Îranê kir. Niha Amerîka pêlekî dinê yên êrîşan da destpêkirin. Hat ragihandin ku dengên teqînan li eyaletên Sîstan-Belûcistan, Buşehr û Hurmizganê hatine.
Li gor ajansa fermî ya Îranê ya Mehrê, li deverên başûrê Îranê li gelek ciyan dengê teqînan tê. Ajansê got ku li eyaleta Sistan-Beluçistanê li bajarê Kunarek 3, li Çoxadekê 2 û li eyaleta Hurmuzganê li bajarê Bender Abbasê gelek dengê teqînan hatiye. Ajans, li ser teqînan an ku êrîşan, agahiyên zêdetir neda.
Ji ber Îran li Tengava Hurmizê êrîşê ser keştiyên bazirganî kiribû, artêşa DYAyê li ser peravên deryayê êrîşê gelek ciyên leşkerî yên Îranê kiribû. CENTCOM ragihand ku li 90 hedefên leşkerî yên Îranê xistiye.
Di daxwuyaniyê de CENTCOMê got ku di êrîşan de li hedefên leşkerî yên sîstema parastina hewayî, çavdêriyên peravan, depoyên fuze û İHAyan, li ciyê şiyanên aîdê hêzên deryayê û ciyên lojîstîk yên leşkerî xistine. Êrîş dewama êrîşên roja berê ne.
Îranê ragihand ku di êrîşên DYA de 14 kes mirine û 78 kes birîndar bûne. Li beranberê êrîşên DYAyê Îran bi İHA û fuzeyan li baregehên DYAyê yên li Kuweytê û Bahreynê xistiye.
Li ser germbûna êrîşên navbera her dû welatan, serokê DYAyê Trump ragihand ku Îran li wan geriyaye û xwestiye li hev bikin lê DYA bi Îranê bawerî nayne.